3 kesên ku ketin nav îstasyona avê ceryanê bi wan girt

2 karker û mirovekî yê ku ji wan re alîkaîryê bike ji bona paqijîyê ketin nav îstasyona terfî ya qenelîzasyonê a aîdê Midurtîya Giştî ya Îdareya Avê ya Şaredarîya Bajara Mezin yê Entelyayê ceryanê bi wan girt û canê xwe ji dest dan.

Bûyer, li navçeya Doşemealtiya Entelyayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 2 karkerên ASATê ên ku ketin nav îstasyona terfî ya ku li ser Ceddeya Fatîh Sultan Mehmet ê li Taxa Çiplakliyê ye ceryanê bi wan girt.

M.Y. ku qîrîna wan karkeran bihîst jî ket nav îstasyonê.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Cesedê 3 mirovên ku di encama xebata ekîbên îtfaîyeyê de hatin derxistin, ji otopsîyê re hatin şîyandin.

Ekîbên ku girêdayê Midurtîya Ewlehîya Bajêr in li cîhê bûyerê lêkolînan kirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno