Serokê Beşa Farmakolojiya Tibî Prof. Dr. Hakan Parlakpınar: Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye

Serokê Beşa Farmakolojiya Tibî Prof. Dr. Hakan Parlakpınar: Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye

Serokê Beşa Farmakolojiya Tibî Prof. Dr. Hakan Parlakpınar ê ku bal kişand ser wê yekê ku bikaranîna bêhişyaranî ya êşbir û antîbiyotîkan dikare bibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî.

Serokê Beşa Farmakolojiya Tibî ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha İnönüyê Prof. Dr. Hakan Parlakpınar, di derbarê xetereyên ku bikaranîna bêhişyaranî ya êşbir, antîbiyotîk û hilberînên giyayî dikarin bistînin holê de ji nûçegihanê İLKHAyê re daxuyaniyên girîng dan.

Parlakpınar ê ku diyar kir ji bo her dermanî armanceke dermankirinê, dozeke guncaw û maweyeke bikaranînê heye, got ku wergirtina dermanekî ya bêreçete an jî berê ji kesekî re baş hatibûna wî, nayê wê wateyê ku ew derman ewle ye.

Prof. Dr. Parlakpınar hişyariya wisa da: "Di zanista tibê de nexweşî tune ye, nexweş heye. Xetereya herî mezin a bikaranîna dermanan a bêyî pêşniyara bijîşk, veşartina (maskekirina) nexweşiyê ye. Ji bo nimûne, ji ber ku êşbir sedema êşê ji holê ranakerin û tenê vedişêrin, semptom û nîşaneyên di bûyereke apandîsîtê de dikarin bi gelekî rehetî bêne veşartin. Ev jî dibe sedem ku tablo girantir bibe û heta bigihîje tabloya ku em jê re dibêjin 'zika akût', komplikasyon û pirsgirêkên gelekî pêşkeftî derkevin holê. Ji ber vê yekê, divê êşbir masûm neyên dîtin û bêreçete yan jî bêyî pêşniyara bijîşk neyên bikaranîn."

"Antîbiyotîk di her nexweşiya bi tayê de nayê bikaranîn"

Prof. Dr. Hakan Parlakpınar

Parlakpınar ê ku diyar kir di bikaranîna nebextane ya antîbiyotîkan de yek ji pirsgirêkên herî girîng pêşveçûna berxwedanê ye, got ku ji ber vê yekê divê derman di doz û maweya ku ji aliyê bijîşk ve hatine diyarkirin de bê bikaranîn.

Parlakpınar wisa axivî: "Di her nexweşiyê de, di her rewşa bi tayê de, di her enfeksiyonê de antîbiyotîk nayên bikaranîn. Bi taybetî di enfeksiyonên vîral de antîbiyotîk bi kar nayên. Antîbiyotîk ji bo bakteriyan hatine pêşxistin. Ji ber vê yekê di enfeksiyonên vîral de bikaranîna antîbiyotîkan dibe sedema pêşveçûna berxwedanê di kes de."

Parlakpınar ê ku diyar kir ku berdana antîbiyotîkê piştî bikaranîna çend rojan gava kes xwe baş hîs dike jî şaş e, ev îfade bi kar anîn: "Ji ber dermanekî rast û tedaviyeke ku ji nexweş re hatine nivîsandin, dibe ku di nav yek-du rojan de taya wî dakeve û xwe baş hîs bike. Lê belê ev tişt bi ti awayî nayê wê wateyê ku ew ê antîbiyotîkê bibe serî. Çünkü hîn jî di laş de bakterî hene. Piştî ku tedavi hat birîn, dibe ku dîsa gurbbûnên hîn tundtir werin dîtin."

Parlakpınar bal kişand ser wê yekê ku pêşveçûna berxwedanê ne tenê kes, lê civakê jî eleqedar dike û pirsgirêkeke girîng e, û teqez kir ku berxwedana antîbiyotîkê ji bo tenduristiya civakê jî encamên cidî diwelidîne.

"Antîbiyotîka ku berê ji we re baş hatibû dîsa bi kar neynin"

Parlakpınar ê ku diyar kir nabe antîbiyotîkên ku berê hatine bikaranîn an jî ji kesên derdorê re baş hatine di nexweşiyeke nû de werin bikaranîn, got ku sedema nexweşiyê dibe ku her carê ne heman tişt be.

Parlakpınar wisa axivî: "Em bi fikirên wekî 'min berê ev antîbiyotîk bi kar anî, ji min re baş hat' an jî 'di cîranê min de, di xizmê min de jî nîşaneyên wekhev hebûn, ev antîbiyotîk hatibû bikaranîn' bikaranîna antîbiyotîkan bi ti awayî pêşniyar nakin. Ji ber ku etkenê nexweşiya berê dibe ku bakterî be, dibe ku vîrus be. Dibe ku ji enfeksiyona niha cuda be."

Parlakpınar ê ku diyar kir divê rewşa tenduristiyê ya niha ya nexweş, dermanên din ên ku bi kar tîne û pirsgirêkên di organên wekî gurçik, kezeb an jî dil de werin nirxandin, destnîşan kir ku divê bijîşk biryara dermanê rast bide.

"Êşbir ne masûm in"

Parlakpınar ê ku anî ziman êşbir di civakê de gelekî zêde û nebextane (bêhişyaranî) tên bikaranîn, got ku yek ji sedemên vê yekê ew e ku mirov bi hêsanî digihîjin dermanan.

Parlakpınar ê ku diyar kir êşbir ne ji çînek tekane pêk tên, kayd kir ku bi taybetî bikaranîna nebextane, demdirêj an jî bi doza bilind a dermanên antîînflamatuar ên nonsteroîdî dikare bibe sedema pirsgirêkên cuda yên tenduristiyê.

Parlakpınar wisa got: "Dermanên antîînflamatuar ên nonsteroîdî yên ku em dibêjin gelekî bihêz in û di nav gel de wekî êşbirên tûj têne zanîn, heke demdirêj werin bikaranîn, nebextane werin bikaranîn, bi doza bilind werin bikaranîn; dikarin bi taybetî di pergala geş-rûvî de bibin sedema erozyon û xwênhatinan. Ji ber ku rêyên wan ên avêtinê ji gurçik û kezebê ne, dikarin di van organan de bibin sedema zirarê û di heman demê de dikarin bandorê li pergala dil û damaran jî bikin. Dikarin bibin sedema pirsgirêkên tansiyonê û xerabûna rîtma dil."

"Tişta ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye"

Parlakpınar ê ku teqez kir êşbirên bi maddeya etken a parasetamolê ku masûmtir tên dîtin û di demên hewcedariyê de di jinên ducanî de jî dikarin werin bikaranîn xwedî dozeke herî zêde (maksîmum) ya diyarkirî ne, hişyarî da ku bikaranîna doza bilind dikare encamên cidî biwelidîne.

Parlakpınar ê ku got: "Tişta ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye. Ev tişt nêzî 500 sal berê ji aliyê Paracelsus ve hatine gotin. Ji ber vê yekê, êşbireke ku masûm xuya dike jî heke di nav rojê de ji doza herî zêde ya ku dikare bê wergirtin biborî, dikare di serî de bibe sedema toksîsîteya kezebê û piştre jî bibe sedema têkneçûna organan," bal kişand ser wê yekê ku heman maddeya etken dikare di dermanên cuda de hebe.

Parlakpınar ê ku diyar kir hin dermanên ku ji bo grîp û sermawertinê tên bikaranîn jî dikarin parasetamolê bihewînin, ev îfade bi kar anîn: "Welatiyê me, dermanan wekî 'ev êşbir e, ev jî dermanê ku di tedawiya grîpê de tê bikaranîn' wekî du dermanên cuda dihesibîne. Lê belê di naveroka wan de her du maddeyên etken jî heman tişt in û gava em doza giştî difikirin, dikare derkeve dozaja bilind. Ji vê goşeyê ve em pêşniyar dikin ku gelekî bala xwe bidinê."

"Dermanê rast, kesê rast, doza rast û maweya rast"

Parlakpınar ê ku diyar kir di bikaranîna dermanan de ne tenê doz, divê maweya bikaranînê, têkiliya wan a bi xwarinê re, bihevrebandora wan a bi dermanên din re û nexweşiyên niha yên kesê jî ber çavan re werin derbaskirin, axaftina xwe wisa berdewam kir:

"Tişta ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye. Ev prensîba me ya bingehîn e. Divê em dozên van baş eyar bikin. Divê em maweya ku dê bê bikaranîn baş eyar bikin. Têkiliya wan a bi xwarinê re; yani dê bi birçîbûnî bê bikaranîn yan bi têrbûnî? Ku em di êşbiran de bikaranîna bi têrbûnî pêşniyar dikin. Hevaltîkirina wan a bi dermanên din re, dê di kîjan saeta rojê de werin wergirtin? Ev hemû girîng in. Heta rêya avêtina hin êşbiran ji laş gurçik in. Hin ji wan di rêya kezeb û zeravê re tên avêtin. Em li gorî nexweşiya kesê jî van hildibijêrin. Ji ber wê yekê prensîbên me yên rast ên bingehîn ên wekî dermanê rast, kesê rast, doza rast û bikaranîna di maweya rast de hene. Divê mirov ji derveyî van dernekeve."

"Bikaranîna bêhiş ya dermanan krediya ku ji tenduristiya me ya paşerojê hatine kişandin e"

Parlakpınar ê ku diyar kir bikaranîna nebextane ya dermanan di maweya dirêj de ji bo tenduristiyê xetereyên girîng dihewîne, wisa got: "Zelalî dibêjim, ez difikirim ku her dermanekî ku bi bêhişî tê vexwarin, krediyeke ku ji tenduristiya me ya paşerojê hatine kişandin e."

Parlakpınar ê ku bi bîr xist ku etkenê bingehîn di grîp û sermawertinê de vîrus in û antîbiyotîk jî li dijî bakteriyan hatine pêşxistin, anî ziman ku bikaranîna nedilxwaz û nehewce ya antîbiyotîkan hem dibe sedema pirsgirêka berxwedana kesane hem jî ya civakî.

Parlakpınar diyar kir ku Hefteya Hişyariya Berxwedana Antîmîkrobîyal a Cîhanê ya ku her sal ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve tê organîzekirin, li Tirkiyeyê jî di navbera dîrokên 18-24ê Mijdarê de tê lidarxistin.

"Divê hilberînên giyayî jî ji bijîşk re werin gotin"

Parlakpınar ê ku diyar kir yek ji mijarên ku divê di bikaranîna dermanan de bala xwe bidinê bihevrebandora derman û giyayê ye, destnîşan kir ku divê nexweş hilberînên giyayî yên ku bi kar tînin ji bijîşkên xwe veneşêrin.

Parlakpınar got: "Gava nexweşekî me çû cem bijîşk, heke hilberîneke giyayî ya ku bi kar tîne hebe, divê ji gotina vê yekê xwe paşve nenêre. Hilberînên giyayî ne ew hilberîn in ku mirov bi gotina 'ne kîmyewî ye, xwezayî ye' bi serê xwe biryarê bide û ji bo nexweşiya xwe bi kar bîne."

Parlakpınar ê ku diyar kir di demên hewcedariyê de hilberînên giyayî dikarin bi nirxandina bijîşk re ji bo piştgiriya tedawiyê werin bikaranîn, teqez kir ku bi taybetî beriya plankirina cerrahî (emeliyatê) divê van cûre hilberînan teqez ji bijîşk re ragihînin.

Parlakpınar ev îfade bi kar anîn: "Heke em bi kar tînin, heta heke me di demeke gelekî nêz de biribe jî, divê em vê yekê ji bijîşkê xwe yê ku dê tedawiya me saz bike û plan bike veneşêrin. Bi taybetî heke plankirineke cerrahî bê kirin, heke dermanên gelekî cidî werin bikaranîn, divê em di vê mijarê de teqez bijîşkê xwe agahdar bikin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.