3 PKKyiyên ku bi roketan êrîşî konvoya eskeriyê kirin hatin kuştin

Li Çelêya girêdeyêColemêrgêji teref PKKyiyan ve êrîşa bi roket hat kirin. Di encama êrîşê de 3 PKKyî hatin kuştin.

Ji teref Walîtîya Colemêrgê ve hat destnîşankirin ku di 27ê Îlonê,  saet 01.30î de li devera Kovan Tepeya girêdayê gundê Ogula Colemêrgê, kesên PKKyî bi roketan êrîşî   konvoya leşkeriyê ya ku  di îstîqameta Çelê-Wanê de diçû kirin.

Piştî êrîşa roketî, cendirmeyan bi balafirên bê însan noqteyên êrîşê tespîtkirin, noqteyên ku hatin tespîtkirin bi tank û qobreyên zirxî hatin lêdan û rêyen revê hatin girtin. Di berdewama daxuyaniyê de her wisa hat diyarkirin bi balafirên bêînsan ên çekdar jî noqteyên ku hatine tespîtkirin hatine bombebarankirin.

Di dawiya daxuyanîyê de cîh hat dayin van gotinanan: “ Tîmên  Harekata Taybet a Cendirmeyan hat sewqkirin cîhê bûyerê, di dema lêgerîn û sehîkirinê de pîrekek û 2 zilam ên ku mensûbê rêxistina dabeşker a terorê ne hatin berterafkirin û 2 roket, 2 roketavêj, 3  keleşkof,  3 çenteyên piştê,  çenteyekî ku mekanîzma bombê tê de bicîhkiriye û şemsîyek hat bidestxistin”.(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin