Gotinên Navî Avci
Wezîrê perwerdeya Mîllî Nabî Avci jı bo mamosteyên Kurdî weha got: “jı bo zaravayên Kurmancî û Zazakî xebatên avakırına qadroyên normê temam bûn.”
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci li meqamê xwe piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Perwerdeyê yê Cîbutiyê xeber da.
Avci destnîşan kir ku xebatên ji bo tayînkirina mamosteyên hemû beşan didomin û wiha got: "Me qadeke nû ava kir. Heyeta Telîm û Terbiyeyê 3 roj berê qirarek hilda. Li gor vê di qada nû de di bi navê ziman û zaravayan de, di zaravayên kurmancî û zazakî de xebatên avakirina kadroyên normê temam bûn. Em ê îsal binhêrin ka li kîjan dibistanan ev ziman wek dersa hilbijarte hatiye hilbijartin. Em ê van daxwazan binirxînin, heger îsal jî ev daxwaz hebin, em ê li wan dibistanan kadroyên normê vekin. Înşaellah em ê kesên ku di van beşan de lîsansa bilind a bêtez û perwerdeya lîsansê dîtine di van qadroyên normê de bi cî bikin."
Ev demek e mamosteyên kurdî yên ku ji beşa lîsansa bilind a bêtez ya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê beşa Enstîtuya Zimanên Zindî mezûn bûne, ji ber ku nayên tayînkirin li Parka Karayollariyê ya Mêrdînê ketine greva birçîbûnê.
Çınarın Sesi