Hat ragihandin bûyer doh êvarî di derdora seat 20.30an de li Meydan Yaylaya Aladagê qewimî. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin pîreka bi navê Elîf Boran ji ber ku piyê wê şemcitî ket çala foseptîkê. 3 naskiriyên wê yên ku hewil dan wê ji çalê derxînin jî ketin çalê û mirin.
Cinazeya 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dan di encama xebatên ku hatin kirin de ji çalê hatin derxistin û ji bo bên otopsî kirin ji Saziya Tipa Edlî ya Edenê re hatin şandin.
ÎLKHA