4 Zarokên Multeciyên Sûrî Can Dan

4 Zarokên Multeciyên Sûrî Can Dan

 Do li bajarê Atmeya Sûriyê, di qempa multeciyan de, di konekî de şewat derketibû. 8 kesên birîndar rakiribûn nexweşxana Reyhanliyê ya dewletê. Hat îfade kirin ku ji wan 4 zarok wefat kirine.

Hat beyankirin ku li Atmeya bajarê nêzî sînorê Tirkiyê, di heyama çêkirina xwarinê de teqîn qewimî. 5ê wan zarok 8 kes birîndar bûn. Wan bi ambulansan rakirin nexweşxana Reyhanliya Hatayê. Tedawî û dermankirina 4 kesên birîndarê din, dewam dike.

Li aliyê din reva ji ordiya Sûriye jî dewam dike. Vê paşî generalek, 3 albay, yarbayek, bînbaşiyek, 2 yuzbaşî û 2 usteğmen, digel maliyên xwe derbasî hêla Tirkiyê bûn. Me’melên 42 kesan hat kirin û wan şandin qempa Apaydinê. Tê gotin ku ji Hama, Xûmûs û Îdlîbê, millet bi wesaîtan tên deriyê Cîlwegozuyê. Di her 3 rojên dawîn de, di vê derî re 3 hezar û 800 Sûriyeyî derbasî hêla Tirkiyê bûn. Hat îfade kirin ku hejmara multeciyên Sûriye yên li Tirkiyê bi ser 150 hezarî ketiye.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar