40 gundên din ên aîdî Mislimanan hatin şewitandin

Li gor daneyên ku ji teref Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan belav kiriye ji meha cotmehê vir ve li Arakanê 40 gundên din ên Mislimanan hatin şewitandin.

Li gor dîmenên stalaytê yên ku ji teref Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ve hatine belavkirin li Arakanê 40 gundên din ên Mislimanan hatin şewitandin.

Dîrektorê Asyayê yê HRWyê Brad Adams derbarê mijarê de diyar kir “Ev rewş nîşan dide ku ew sozên ku di warê vegerîna bi şikleke ewlehî de hatine dayîn ji xapandinê pê ve ne tiştek e.”

Adams di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dîmenên stalaytê yên ku hatine weşandin nîşan didin  ku gund hatine şewitandin û ew daxuyanîyên ku ji teref hikûmeta Mynamerê ve derbarê şewitandina gundan de hatiye dayîn ne rast e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berî di warê vegerîna Mislimanên Arakanî bi bişkelek ewlehî hatibû dayîn ku divê ji van sozan bawer nekin. Di wan êrîşên ku ji 25ê Tîrmehê vir ve hatine kirin de heta niha bi hezaran Misliman  jiyana xwe ji dest dan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin