5 kesên ku tiryakê difrotin hatin girtin

Li Qosera navçeya Mêrdînê di operasyona ku li dijî tiryakfiroşan de 12 kes hatin binçavkirin. Ji 12 kesên hatin binçavkirin jê 5 kes hatin girtin.

Di operasyona ku li dijî tiryakfiroşan hat rastkirin de li Qoserê ji 12 kesên hatin binçavkirin jê 5 kes hatin girtin. Di çarçoveya operasyonê de 777 tene heb, 15 kîlo û xiramek esrar û demançeyek bê ruxset hat bidestxistin.   

Di warê operasyonê de ji teref Midûriya Ewlehiya bajêr vê beyanat hat dayin û di beyanata hat dayîn de cîh hat dayin van gotinan: “Ji teref wezîfedarên me yê Midûriya Ewlehiya Qoserê ve li dijî tiryak firoşan operasyona ‘ber lê girtina tîcareta tiryakê’ operasyon hat lidarxistin. Di encama xebatên hat kirin de 777 lib hebên bi navê Ecstays û 15 kîlo û xiramek esrar hat bidestxistin. 8 kesên têkiliyên wan bi bûyerê re hene hatine binçavkirin û ji van kesên hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin û hatine şandin girtîngehê. Piştî îfadeya wan hat girtin di 02.11.2017an de li bajarê me di heman wextê de li dijî tiryakfiroşan operasyon hat destpêkirin. Di encama operasyonê de 4 kesên din jî hatin binçavkirin. Di lêgerînên li navnîşanên van şexsan  hat kirin de demançeyek bê ruxset hat bidestxistin. Di tarîxa 06.11.2017an de gûmanbar hatin sewqkirin meqamên edlî û ji van şexsan 3 kesên din jî hatin girtin û kesek jî serbest hat berdan. (ÎLKHA)      

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin