Li navçeya Seyhana Edenê 2 kesên ku hatin diyarkirin motorsîkletî bûn di heman taxê de 5 wesayît şewitandin. Ev şewat ji teref vekujê ve hat tefandin. Lê hat dîtin ku ev wesayît gelek zirarê dîtine.
Bûyer di derdora 02.00an de li navçeya Seyhana navend a Edenê di Taxa Dumlupinarê de pêk hat. Gor agahiyên hatine bidestxistin ev her du kesên ku xwedî qesq bûn piştî ku wesayîtan şewitandine ji ciyê bûyerê revîne.
Dema xwediyê wesayîtan dîtin ku wesayîtên wan tên şewitandin wan hewl dan ku wê agirê bitefînin. Li ser saloxê ekîbên îtfayê hatin ciyê bûyerê û agirê tefandin. Hat dîtin ku ev wesayît gelek zirarê dîtine.
Ji bo ku ev kes werin girti tehqîqat destpê kir.
ÎLKHA