Li Silêmanî pênc aliyên siyasiyên kurd digel heyeta kurd a li Beğdayê, civiyan. Piştî civînê hat eşkerakirin ku, digel kêmûkurtiyên hikûmeta Ebadî jî qirar dane ku beşdarî hikûmeta nû bibin û ji bo çareserkirinê 3 meh molet dane.
Şeş şertên ku ji hikûmet nû ya İraqê re gotine ev in:
1 – Qebûlkirina bernameya ku ji hêla Ebadî ve hatiye eşkerekirin û derbarê wê de nîqaş bên kirin. Ji bo çarserkirina aloziyan divê sîstemeke gotubêjan bê sazkirin.
2 – Divê ‘adîlane kurd di nava hikûmeta nû de cih bigrin û roleke baş ji bo wan bê diyarkirin.
3 – Divê di bin serokatiya Serokwezîrê İraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de mekanîzmeke ji bo budçeya Herêma Kurdistanê bê diyarkirin. Piştî sazkirina hikûmetê, divê di nava hefteyekê de budçeya Herêmê ya ku ji meha ewil heta meha 9an ên 2014an nehatiye dayîn, bê şandin.
4 – Divê hemî pirsgirêkên xisûsî yên petrol û gazê di navbera 3 mehan de, di nava hikûmeta İraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bê çareserkirin.
5 – Divê niqaşên ser benda 140î a qanûna İraqê bên lêkolînkirin. Her wiha pirsgirêka pêşmergeyan bê çareserkirin. Teyarên sivîl bi asayî bên Herêmê û asta demokrasiyê li İraqê bê zêdekirin û sîstema Federal bi her awayî bicî bibe.
6 – Divê di destpêka meha nû de heqê Herêma Kurdistanê di warê malî de bê dayîn.
Heger di vê mohletê de, hikûmeta nû ya İraqê li ser van maddeyan nesekine, wê îdara Herêmê qirara xwe ya nû bide.