Li gor tê zanîn di salên 1990an de li bajarên Kurdistanê gelek kuştin û qetlî’am ji alî hêz û qewetên dewletê yên kur weke Jîtemê hatin kirin. Roj çênabe ku cesedên hinek kurdan ji bin erda dernayê. Bi hadiseyên dawî dîsa xwiya kir ku sîxûr, ajan û qewetên dewletê Erda Kurdistanê kirine wek mezergeh û goristanekê.
Sawciyên Xisûsî Yên Amedê hadîseyeke wehşyane ku li Kerboran ji alî hêzên dewletê ve hatiye kirin derxistin rastê.
Pey revandina 2 mi’eliman û kuştina wan şeş kesên ku hatibûn revandin îdî xeber ji wan nehatibû sitendin. Van kesan hate tespît kirin ji alî Jîtemê me hatine kuştin. Sawciyê ku îfada bi dehan kesa girt û li gelek ciya kolanan da kirin lêpirsîna xwe bi dawî kir. Di lêpirsîn û lêgerîna sawcî de hat fêm kirin ku. Çawûşekî bi navê Bîlal Batırır ku beşdarê van wehşeta bûye bi sebeb xeber nede hatiye kuştin û cesedî şewitandine. Sawcî di dosyayê de beyan kir ku: Pey revandina du mi’eliman 6 şivan ji Jîtemê hatine revandin û kuştin.
Dîsa di beyanatê de xwiya dike ku: “Jîtemê sehdike ku şivanek di derbarê mi’elimên hatine kuştin de me’lûmat komkiriye û daye Pkkê. Jîtem li ser vê yekê şeş şivanên wê herêmê teva kom kiriye û teva qetil kiriye.”
Dîsa ji beyanatên sawcîtiyê tê fêm kirin ku: “Van şivanên reben ji alî Jîtemê ve gelek îşkence û ezyet jî dîtine û yek ji wan dibin îşkence û ezyetê de miriye.”
Malbatên van şivana dema ‘aqîbeta zarokên xwe pirsîne, hêzên dewletê ji wan re gotine me wan berda, lê li gor me sehkiriye gîştine Pkkê.” (Muhammed Sebatî/Bangaheq)