60 kesên ku ji teref PKKyîyan ve hatibûn rehîngirtin hatin serbestberdan

60 kesên ku duh êvarî ji teref PKKyîyan li navçeya Cizîra Şirnexê hatibûn rehîngirtin di wextên şeveqê de hatin serbest berdan.

Hat ragihandin 60 kesên ku duh êvarî di serdora seat 19.00an de li ser Rêya Îpekê ji teref kesên PKKyî ve hatibûn rehîngirtin, îro di derdora seat 09.00an de hatin serbestberdan.

Hat diyarkirin kesên PKKyî destûr nedane kesên rêwî da ku valêzên xwe bigirin û miftêyên otobusan jî nedane şofêran.

Her wiha hat îddîakirin di bûyera ku duh şevê din qewimî de kesekî ku navê wî hê jî nediyar e krîza dil derbas kiriye. Kesê ku krîza dil derbas kiriye ji ber ku rê girtî bû  li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ji ber ku li ser Rêya Îpekê ji teref kesên PKKyî ve barîkat hatine danîn, rê ji trafîkê re hatîye girtin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar