7 Mehkûmên Edlî Yên Hepsa Tîpa E Yê, Teşebbusî Întîharê Kirin

7 Mehkûmên Edlî Yên Hepsa Tîpa E Yê, Teşebbusî Întîharê Kirin

 Do li Diyarbekir li hepsa tîpa Eyê, 7 mehkûmên edlî bi hev re teşebbusa întîharê kirin. Heft mehkûm bi teşxîsa jehriyê rakirin nexweşxanê. Dure hat gotin ku mehkûman xwestine xwe bikujin.

Li ser hadîseyê waliyê bajêr Mustafa Toprak wiha diyar kir “Mehkûman teşebbusa întîharê kirine. Ji qawîşeke ku 18 mehkûmên edlî tê da diman, 6 mehkûm bi heban, yekî din jî bi birîna zendê xwe xwestine xwe bikujin. Wan radikin nexweşxanê. Ji wan 5 heb tabûrcî bûne. Tedawiya du heban jî dewam dike.”

Hat îfade kirin ku di qawîşan de cîh tuneye. Şert û mercên mehkûman giranin. Îdara hepsê jî ji van pirsgirêkan re çavê xwe digre.

Der heqê hadîseyê de serekê komela Hur-Derê parêzer Şaban Dalgin wiha xeber da “Di vê hadîseyê de û di mesela hepsa Rûhayê de jî eşkere dibe ku mehkûm, li ber şertên xerab yên hepsa îsyan dikin. Gava ku kes guhnade wan jî teşebbusî riyên wiha dikin. Şert û mercên xerab yên di hepsan de divê bi dawî bibin. Eger kontrola hepsê hewaleyê hakimê hepsê bikin û li ser heps û mehkûman qanûnên dewra cûntayê îstimal bikin, ewê meselên wiha biqewimin.”

Parêzer Şaban Dalgin diyar kir ku wê teqîbkerê meselê bin û ji mehkûman re jî Xweda şîfa xwest. 

www.bangaheq.net

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be