8,8 Milyon warîl neft hat sewqkirin

Wezîrê enerjî û çavkanıyên sırûştî Taner Yıldız dı heqê sewkkırına petrola herêma Kurdıstanê de îfade kır ku 8,8 mılyon warîl hatıye sewqkırın.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Gihandinê yê Venezuelayê re pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de bersivand.

Yildiz der barê sewqkirina nefta ji Kurdistanê de destnîşan kir ku tankêra 12an hatiye barkirin û 8,8 milyon warîl petrol jî hatiye sewqkirin.

Yildiz diyar kir ku di Xeta Boriyê ya Petrola Xam ya Kerkûk û Yumurtalikê re, rojane 180-190 hezar warîl petrolê derbas dibe. Taner Yildiz got ku dê ev hejmar derkeve 200-220 hezar warîlî û wiha dewam kir: "Di depoyan de 300-350 hezar warîl neft heye û ev jî ji bo sewqkirinê amade ye."

Yildiz der barê birîna ceyranê ya li Merdînê jî diyar kir ku ceyrana kesên ku deynê xwe nedane tê birîn û wê rê nadin emilandina ceyrana qaçax.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo bakur hişyarîya şilîyê hat dayîn
Li Rihayê qamyonet û wesayît li hev qelibîn: 16 birîndar
Otobûsa rêwîyan qelibî: 2 mirî, 34 birîndar
Şêx Qeredaxî: Hesen Saklanan şehîdîyê xwest û bidest xist
HAMASê derheqê Refahê de daxuyanî da