Li gundên ku girêdayê Batmanê ne xebatên kesaxê yên rezan dest pê kir.Ape Mihemed ê ku 91 salî ye diyar kir ew ev bû 68 sal ku kesaxa rezan dike.
Apê Mihemed ê ku roja ku Şêx Seîd hat îdamkirin li gundê Recebaya Batmanê hatiye dinyayê a niha 91 salî ye û ew ev bû 68 sal ku karê kesaxê yên rezan dike.
“Berê karên gundan zehmettir bû”
Apê Mihemedê 91 salî yê ku me pê re hevpeyvîn kir di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji sala 1948an ve ez karê kesaxê dikim.Berê karên gundan zehmettir bûn.Me zeviyên xwe bi ga û hespan cot dikir.Lê a niha em temamê karên xwe bi traktorê dikin.Dinya bûye rihetî lê qismet kêm bûye.Tu kes tu karî nake.Genim û ceh di du rojan de bi traktoran tên çandin û di havînê de jî bi bîçeran du rojan de tên çinîn.Berê me tiştê ku me diçand heta sê mehan didûrit.Ez van tiştan tînim ziman da ku bê zanîn îro bûye rihetî.Wextê kesaxê heta 10 roja ye.Divê nava van deh rojan de bê xelaskirin.Heger kesax neyê kirin ew ê darê tiriyê wext bi wext zuwa bibe.”
ÎLKHA