Aboriya Silopî û Cizîrê ser û bin bûye

Serokê Lijneya Birêveberiya Odaya Sanayî û Tîcaretê yê Cizîrê Sileyman Çagli di derbarê zirarên pevçûnên ku li heremê pêk tên û di derheqê şerê ku li Iraqê berdewam dike de nirxandinan kir û bang kir da ku mişkîleyên îqtîsadî bên çareserkirin.

Çagli di nirxandina ku kir de destnîşan kir tuccar û dikandarên li heremê di nava zehmetiyeke mezin de ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nexasim neqliyekerên me di vî warî de zehmetiyên mezin dikşînin.Deriyê Sînorê ya Habûrê piştî Elmanyayê deriyê me yê herî mezin a ku lê îxracat dihat kirin bû.Ev der ji bo heremê wek fabrîkayê bû.Lê belê di van heyamên dawî de gelek mişkîle û problem derketin.Ji rexekî ve DAIŞ, ji rexekî ve şer û pevçûnên ku li heremê diqewimin.Ji ber vê yekê dikandar, neqlîyekar û îhracatkar bi gelek mişkîleyan re rû bi rû man.Em hêvî dikin ev bûyer bi dawî bibin.”

“A niha li heremê karê neqliyekariyê ser û bin bûye”

Çagli di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir neqliyekar qinyatî bi hevpeymana neftê ya 50 salane ya di navbera Tirkiye-Iraqê anîn û tankeran kirîn.Çagli dû re wiha pê de çû: “Xelkê heremê qinyatî bi hevpeymanê anîn û tankeran kirîn.Nêzî 7-8 hezar tanker hatin kirîn.Ev tanker bi krediyan hatin standin.Ji ber ku ev tanker a niha naxebitin, ji hemû kesî îcra hat.A niha li heremê karê neqliyekariyê ser û bin bûye.”

Çagli di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ji ber pevçûnên ku li heremê diqewimin dikandarên heremê zirareke gelekî mezin dîtine û ji ber ku kar nayê kirin îcra ji gelek dikandarî re hatiye.Çagli dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ev pirsgirêkên me ji teref rayedaran ve têtin zanîn.Em ji wan teleb dikin destekê bidin dikandaran.Dikandar nikarin taksîdên bankayan bidin.Em ji rayedaran dixwazin têkilîya xirabûyî ya di naveyna banka û dikandaran de biedilînin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye