AFAD: Di şewatên li 5 bajaran de 3 hezar û 583 kes hatin tehlîyekirin

Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD), daxuyand ku di şewata daristanên Îzmîr, Aydin, Bolu, Mûxla û Manîsayê de ji bo tedbîrê 3 hezar û 583 kes hatin tehlîyekirin.

Li ser hîsaba medyaya civakî ya AFADê daxuyanîyek hat parvekirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji bona şewat bê binkontrolkirin hem ji hewa hem jî ji bejahîyê midexele berdewam dikin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Di xebatên midexeleya li dijî şewatên li bajarên me yên Îzmîr, Aydin, Bolû, Mûxla û Manîsayê de, 90 hezar wesayîtên hewayê 4 hezar û 717 personel û 1218 wesayît wezîfe digrin. Ji bo tedbîrê jî 3 hezar û 583 welatîyên me ji cîhên ewle re hatin tehlîyekirin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno