AFAD: Ji ber erdhejê hejmara mirîyan derket 29 hezar û 605 kesan

AFAD, daxuyand ku di encama erdheja ku li Mereşê pêk hat de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane derket 29 hezar û 605 kesan.

Li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24 an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin. Piştî erdhejan; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.

Di berdewama daxuyanîya ku ji teref AFADê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, 120 hezar û 940 kes ji herêma erdhejê hatin tahlîyekirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin