Afîşên Mele Mistefa Barzanî li Diyarbekirê ne

Roja 2’yê Adarê li bajarê Diyarbekirê Mela Mistefa Barzanî tê bibîranîn û ji bo vê mebestê bi dehan afîş ji bo danasîn û agahiyên derbarê civînê de hatin daliqandin û li ser billboardan wêneyê Mele Mistefa Barzanî hatine danîn.

Roja 2’yê Adarê li bajarê Diyarbekirê Mela Mistefa Barzanî tê bibîranîn û ji bo vê mebestê bi dehan afîş ji bo danasîn û agahiyên derbarê civînê de hatin daliqandin û li  ser billboardan wêneyê Mele Mistefa Barzanî hatine danîn. 

Platforma Demokratên Kurd (PDK), daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku bi boneya salvegera koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî dê 2’ê Adara 2014’an li Amedê civîneke bîranînê li dar bixe.

Di wê civînê de ku dê li Diyarbekirê li hola Navenda Pêşandan û Kongreyan a Ronesansê bê lidarxistin, ligel nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Dr. Cafer Îbrahîm Êmînkî, dê nivîskar û lêkoler Prof. Dr. Kadri Yıldırım, Dr. İsmail Beşikçi û Vahdettin İnce jî beşdariyê bikin.

Di panêlê de ku dê bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” dest pê bike, axaftina vekirinê dê Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertac Bucak bike. Sertaç Bucak dê di axaftina xwe de behsa bandora tevgera Barzanî, bi taybetî jî bandora têkoşîna piştî Şoreşa Îlonê li ser Kurdistana Bakur bike. Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê jî wê axaftinekê derbarê jiyana Mele Mistefa Barzanî de bike.

Di panêla navborî de ku Prof. Dr. Kadri Yıldırım dê lêkolînekê li ser malbata Barzanî, bi taybetî jî bandora Şêx Evdilselam Barzanî li ser Mela Mistefa Barzanî pêşkeş bike, Dr. İsmail Beşikçi jî wê derbarê têkoşîna neteweyî ya Kurd bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî li Kurdistana Başûr û bandorên vê têkoşînê li ser parçeyên din ên Kurdistanê axaftinekê bike.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar