Agirîyan ji şaredarîyê re bertek nîşan dan

Kesên Agirî ji ber ku şaredarîya bajêr rêyan ji berfê paqij nake ji şaredarîyê re bertek nîşan dan.

Xelkê Agirî destnîşan kir ku Şaredarîya Agirî ji bona paqijkirina berfê tu xebatî nake û ji bona ku şaredarî tedbîrên pêwîst berî niha nestandibû şaredarîyê rexne kirin.

Li hor agahîyên ku ji xelkê Agirî hatine hilgirtin şaredarî tenê di dema mesaîyê de dixebite û her wiha ji bona barîn û paqijkirina berfê ji teref Şaredarîya Agirî ve tu tedbîr nehatine standin.

Li bajêr ji ber ku berf nehatîye paqijkirin xelkê bajêr bi zehmetî bi rê ve diçin û her wiha wesayît jî ji ber lod û komên berfê nikarin di kolan û sikakan de herin werin.Her wiha li trafîkê de jî ji ber berfê gelek wesayît di heman cihê xwe de sekinî man û rêzên dûvdirêj li trafîkê de çêbûn.

Esnafên bajêr ji ber ku ekîbên şaredarîyê ber dikanên wan paqij nekirine rahiştin berên xwe dest bi paqijkirina berfa li ber dikanên xwe kirin.

 “Şaredarî naxebite”

Nesîm Aybayê Agirîyî di derbarê mijarê de destnîşan kir şaredarî naxebite û wiha pêde çû: “Em perîşan in, rêyên me nayên paqijkirin, ez esnaf im û li nava bajêr bi rehetî nikarim herim werim.Bila şaredarî rêyên me paqij bike.Em ji kiryarên şaredarîyê yên îsal qet ne razî ne.

Şexsekî din ê Agirî yê bi navê Cahît Kada jî di derbarê rewşê de wiha axivî: “Her sal rewşa me ev e. Mucadeleya berfê li bajarê me bi vî awayî ye.Me îsal tu xebatê cîddî yên Şaredarîya Agirî nedît. Sala borî parîkê çêtir bû, lê belê îsal xebatekî baş nîne e.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar