Ahê Mezlûma Negrın

Wezareta edaletê, ji bo îda remezanê, der barê hevdîtinên bi mehkûman re, talînamatname weşand

“Ahê Mezlûma Negrın”
MERIVÊN MEHKÛMAN, DEV JI HEQ Û ĞÎRETÊ BERNADIN

Wezareta edaletê, ji bo îda remezanê, der barê hevdîtinên bi mehkûman re, talînamatname weşand ku wê merivên mehkûman, di cejna remezanê de, karibin hevdîtina rûbirû bikin. Feqet merivên mehkûman, gelek dilbiğem in. Lewra girtî û mehkûm, sewk û sirgûnî dûr bûne. Di îdê de çûna ziyareta wan, gelek zehmet û bicefa ye. Her çiqas merivên mehkûman, tucar mehkûm û girtiyan di îda de, bi tenê nahêlin û di her şert û mercê de serdana wan dikin jî, eyb û neheqiyet mezin e ku mehkûman dişînin bajarê dûr.

Wekî tê zanîn di hefte û mehên borî de, dora sed girtî û mehkûmên ku ji ber muslumantiya xwe û dana derza Quranê  hatibûn girtin û ji doza Hîzbûllah ceza li wan hatibûn birîn, mîna sirgûnê sewkî bajarên ji memleketê xwe gelekî dur bûbûn.  Merivên wan, neheqiya ku li wan hatiye kirin îfade kirin û diyar kirin ku wê di her şertê de ziyareta mehkûm û girtiyên xwe bikin. Merivên wan, îda wan pîroz kirin wiha peyivîn. Bavê Hecî Guneş xalê hecî Husnî wiha got “ Kurekî min di hepsa Bîngolê de ye, yê din jî li Îzmîrê ye. Kurê min ne ji bo diziyê, ne ji bo eroîn û xerabiye hatine girtin. Sirf ji bo xwe bi Îslamê girtine li wan ceza birîne. Îro me jî ceza dikin. Sirgûn bikin jî, ezê bi vê yextiyariya xwe herim ziyareta wan.”  

Pîra Fatma aslan heftê saliye û nexweş e. Wê jî wiha got “Kurê min, Xetîbê min, diçû li camiyê derza Quranê dida zarokan. Ceza lê birîn. Ev 14 sal e di hepsan de ye. Wê sirgûnê Tokatê kirin. Wî bişînin dawiya dinyê jî, ezê bi vê halê xwe herim ziyareta wî. Bila zulumkar, ji kirnê xwe û ji Rebbê mezlûma bitirsîn.”

Her wiha bavê Mahsûm Nazli Ebdûllah Nazliyê 68 salî, da zanîn ku kurê wî ji ber mezûnê îmam xetîbê bû, ji ber ku xortekî exlaqxweş û muderrîsê Quranê bû, 45 rojan li wî îşkence kirine û ev serê 18 sal e kurê wî di hepsan de ye. Îfade kir ku kurê wî sirgûnê Gîresûnê kirne û wiha anî ziman “bila herkes zanibe ku ewladên me musluman in û em jî li pişta wan in. Paketên edlî hew ji diz û xortimkaran re derdixin. Ez cejna hemî girtî û mehkûman pîroz dikim.”

Birayê Ekrem Kilavûz Suleyman Kilavûz jî wiha diyar kir “Kekê min Ekrem, 13 sal e di hepsan de ye. Wî sirgûnî Baybûrtê kirin. Bi sirgûna wan, me jî ceza dikin. Em dispêrên Rebbê mezin. Em tucar wan însanên bêsûc û ğîretkêş bi tenê nahêlin.”

Wekî tê zanîn rehmetiya xaltîka Rana Baran, di nexweşiya xwe de, ji hikûmetê xwestibû ku beriya wefata xwe, kurê xwe carekê bibîne, li kesî guhnedabuyê. Di heman pey re jî wefat kiribû. Kurê wê Îhsan Baran jî sirgûnî dûr bûbû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be