Ahmedînejad: Divê Îran polîtîkaya xwe ya Sûriyê biguherîne

Serokkomarê Berê yê Îranê Mahmud Ahmedînejad diyar kir divê Îran, Tirkiye, Erebistana Siûd û welatên Îslamî yên din polîtîkayên xwe yên Sûriyê biguherînin.

Serokkomarê Berê yê Îranê Mahmud Ahmedînejad di roportaja ku da Al Jazeerayê de destnîşan kir divê Îran, Tirkiye, Erebistana Siûd û welatên Îslamî yên din polîtîkayên xwe yên Sûriyê biguherînin. Her wiha li gor hevpeyvîna ku Al Jazeerayê kiriye Ahmedînejad diyar kir li Sûriyê çareserî encax li giftegûyeke ciddî ya ku Îran û welatên Korfezê li ser lihevbikin mimkun e.

Ahmedînejad di berdewama hevpeyvîna ku da de wiha got: “Divê hemû kes polîtîkayên xwe biguherîne. Erebîstana Siûd, Tirkiye, Qatar, Kuveyt, Mîrtiyên Ereban a Yekbûyî, Bahreyn, Îran, Umman û Sûriye divê polîtîkayên xwe yên derve biguherînin. Divê em bi hev re rûnin û divê em meseleya em bi hev re çima şer dikin  biaxivin. Çima?  Ev şer şereke ji derve bi me tê kirin e. Me hemûyan lewaz kir û çavkaniyên me çikand. Ev gelek xirab e. Ji bo gûftegoyê bangeke ciddî lazim e. Ji bo pêkanîna lihevkirin û aştiyê divê em li ser xalên xwe yên hevpar werin bal hev.”

Ahmedînejad her wiha diyar kir Hamaney jê nexwestiye ku bibe namzed, tenê jê re tewsiye kiriye da ku nebe namzedê serokkomartiyê.

Ahmedînejad di berdewama axavtina xwe wiha axivî: “Ez bawer dikim welêt dikare ji îdareya niha çêtir bê îdarekirin.Ji bo vê yekê ez namzediya xwe îlan dikim. Di netîcê de gotina dawî ya millet e. Li ber namzedbûna min tu asteng û mani’ tune ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin