Ahmet Turk: Turîst êdî newêrin bên Mêrdînê

Ahmet Turkê ku Serokê Şaredariya Mezin ê Mêrdînê ye dema ku lijneya CHPê ya ku hate Mêrdînê qebûl kir daxuyanîyên mîna ‘Îtîraf’ê da.Turk di daxuyaniya xwe de diyar kir berî ku pevçûn derkevin di nava salekê de nêzî milyonek turist dihatin Mêrdînê, lê a ni

Wekîlê Serokê Koma CHPê Levent Gok  û parlementerên CHPê Alî Ozcan, Vecdî Gundogdu, Mehmet Goker û Unal Demîrtaş ji bona ziyaretinan hatin Mêrdînê.

Lijneya CHPê ya ku Waliyê Mêrdînê ziyaret kir diyar kir ew ê pirsgirêkên dikandaran guhdar bikin û ew ê vê wek raporê amade bikin û teqdîmî Enqerê bikin.Lijne piştî ku dikandaran ziyaret kirin re çûn Şaredariya Mezin a Mêrdînê û bi Serokê şaredarîyê re hevdîtinek kirin.

Ji Ahmet Turk daxuyaniyên wek ‘Îtîraf’ê

Di dema hevdîtinê de Serokê Şaredariya Mezin Ahmet Turk diyar kir xelk perîşan bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berî vê pêvajoya pevçûnê nêzî milyonek turîst dihate Mêrdînê, lê belê bi destpêka pevçûnan  hûn nikarin turîstekî/ê jî bibînin. Dev ji turîstan berdin kesên ku karên wan jî hene newêrin werin Mêrdînê. Ji ber ku li tevahiya Mêrdînê karên turîstiyê tê kirin dikandar dema ku serê şeveqê dikanên xwe vedikin heta êvarî nikarin ji bona heqê benîştekê jî tiştekî bifiroşin. Kesên ku karê turîstî û otelê dikin mecbûr man nêzî 600 karkerî ji îş derxînin. Êdî nikarin heqê ceyran û avê bidin.”

Lijneya CHPê piştî vê ziyarete Baroya Mêrdînê û çend cihên din ziyaret kirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar