Malbata Kilinçê ya ku di Taxa Dirbêsiyêya Qoserê de dijî diyar kirin ku qenalîzasyona wan xitimiye. Ji ber vê yekê mala wan ji ava qenalîzasyonê hatiye dagirtin. Bi vê binasiyê malbata Kilinçê ji rêvebiran re bertek nîşanda.
Hevserê Halîl û Turkkiyeyê destnîşan kir ku di gel serîlêdana wan a çendîn car pirsgirêkên wan nehatiye çareser kirin. Her wiha hevserê extiyar destnişan kir ku beriya hilbijartinê Ahmet Turkî gotiye ‘Dema ku pirsgirêka we hebû werin tû kin ruyê min.’ Lê piştî hilbijartinê ew ji bîr çûne.
“Me çendîn car serî li şaredariyê da lê ew bi feqîran re eleqeder nabin”
Halîl Kilinç destnîşan kir ku hertim ava qenalîzasyonê têkeve nav mala wî. Dûvre Kilinç axavtina xwe wiha domand: “15 sal e ku çavên min nabînin. Hûn halê me dibînin. Ji ber vê ava qenalîzasyonê em perîşan bûn. Me çendîn car serî li şaredariyê da lê nayên pirsgirêka me çareser nakin. Tu kes nanêre mirovên feqîr. Em him feqîrin him jî ez noqsanim. Çawa dê li me binêrin. Ew bi însanên feqîr re eleqeder nabin. Lê heke însan dewlemend bibe demildest pê re eleqeder dibin. Dibe ku ji me feqîran hêvîdar nînin. Jina min pîr e. Ez jî nabînim.”
Jina Apê Halîlî jî wiha axivî: “Dema hilbijartinê qedrê gel dizanîna. Lê hilbijartin xilas. Qedr û qîmet jî xilas. Ev qirêjaya ku hûn dibînin qirêjaya qenalîzasyonê ye. halê me bibînin. Ba dilê xwe dê parke çekin. Ew jî direwe. Çi tê ew bi xwe dixwin. Ez heta ji ser vê avê derbas dibim ez perîşan dibim.”
“Ahmet Turkî ku wextê hilbijartinê ji me rey xwest niha me nas nake”
Turkkîye Kilinç diyar kir kesên ku tên serê karekê bes li berjewendiyên xwe dinêrin. Dûvre Xanim Tirkkîye wiha axavtina xwe domand: “Ahmet Turk di wextê hilbijartinê de hat vir. Me wî bi çepikan pêşewaz kir. Axavtinekê wiha kir ‘reya xwe bidin min. Min hilbijêrin. Kengê pirsgirikên we hebe werin tû kin ruyê min. Dema ku karê wî qedya me ji bîr ve kir. Êdî me nas nake. Halê me napirse. Lewra doza wê xilas bû.”
“Em yek meh bê av man, şaredarî nehat pisgirêka me çareser nekir”
Kilinç destnîşan kir ku carekê dema ku mala wê şewitiye Serokê Şaredariya Qoserê Îsmaîl Asî hatiye mala wê lê alîkariya wê nekiriye. Dûvre Kilinç wiha pê de çû: “Mala me şewitî. Îsmaîl û Adil hatin. Xwarina xwe xwarin û alîkariya me nikirin. Gotin herkes alîkarî dixwaze û dûvre çûn. Me Îsmaîlî jî kir serok. Êdî me napirse. Em yek meh bê av man, şaredarî nehat pisgirêka me çareser nekir.”
Hevserê extiyar xwest ku demildest ev pirsgirêka hanê ya him li derve him jî di hindir de were çareser kirin. (ÎLKHA)