Ajovanê di êrîşa Stenbolê de jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin

DİYARBEKİR - Ajovanê minîbusê yê ehlê Diyarbekirê yê ku di êrîşa Beşîktaşa Stenbolê ya ji teref PKKê ve hat lidarxistin de jiyana xwe ji dest da din av şîn û girînê hat binaxkirin.

Ajovanê minîbusê Vedet Demîrogluyê (23) ehlê Diyarbekirê yê ku di êrîşa Beşîktaşa Stenbolê ya ji teref PKKê ve hat lidarxistin de jiyana xwe ji dest da din av şîn û girînê li Gundê Barêya navçeya Çinara Diyarbekirê hat binaxkirin.

Cinazê Demîroglu di nav şîn û girînê de di goristana gund de hat definkirin. Qeymeqamê Çinarê Îsmaîl Şanli, Serokê Navçeya Çinarê yê HUDA PARê Abdurrahîm Tekdal, xizmên ajovanê, gundî û gelek hemwelatî beşdarê cinazê bûn.

Bav Mehmet Demîrogluyê ku taziyê qebûl kir destnîşan kir ku şewata wan mezin e. Dûvre Demîroglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji Çinarê ji ber belayê revîn. Li Stenbolê bela hat ber deriya me. Min zêde nedin xeberdan.”

Dayîk Sultan Demîroglu ya ku di dema defnê de dilorand wek bertek wiha diyar kir: “We kezeba min şewitand. Xweda kezeba kesên ku vê yekê kirine bişewitîne.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye