AK Partî ji ber êrîşa ku hat kirin çû serdana HUDA PARê

Ji ber êrîşa ku li Mêrsînê li standa partîyê hat kirin ji AK Partiyê lijneyek Navenda Giştî ya HUDA PARê ziyaret kir.

Duh kesên ku nasnameyên wan nediyar bû êrîş birin li ser standa hilbijartinê yê Farûq Dînçê Namzetê Parlamenteriyê yê Mêrsînê yê HUDA PARê ku ji lîsteya AK Partiyê beşdarî hilbijartina dibe. Di êrîşa ku hatibû kirin de çek û dar hatibûn bikaranîn û 3 endamên HUDA PARê birîndar bûbûn.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz û heyeta pê re ji bo serdana kefaret be, Navenda Giştî ya HUDA PARê ziyaret kir.

Heyeta AK Partiyê ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmir, Serokê Şaxa Ciwaniyê Hamdullah Er û Alîkarên Serokên Polîtîkayên Ciwanan ên HUDA PARê Ubeydullah Çakir û Yunus Yilmaz ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de hat hêvîkirin careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin û ew ê êrîşên wisa HUDA PAR û AK Partîyê netirsînin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin
Li nêzîkî gundê Çinarê 2 otomobîl serî bi serî li hev ketin
Li navçeya Ulukışla ya Nîxdeyê, di qezaya trafîkê de welatiyê me yê ji Çinarê bi giranî birîndar bû
Li Behra Reş ÎHAyek ku ji bin kontrolê derketibû hat xistin
Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne