Akademîsyenê ku heqaretî Îslamê kir ji wezîfê hat dûrxistin

Yrd. Doç. Dr. Emre BaşçiyêEndamê Hîndekariyê yê Fakulteya Zanîstên Îdarî û Îqtîsadî yê Zanîngeha Şirnexê piştî ku ji ser medyaya civakî heqaretî Îslamê kir re ji wezîfeya xwe hat dûrxistin.

Konseya Zanîngeha Şirnexê piştî ku ji teref Yrd. Doç. Dr. Emre Başçiyê Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Zanîstên Îdarî û Îqtîsadî yê Zanîngeha Şirnexê ve ji ser medyaya civakî heqaret li Îslamê û Serokomar Erdogan hat kirin re civiya. Di encama civînê de qerara ji wezîfê dûrxistina Emre Başçi  hat dayîn.

Derbarê mijarê de ji teref Rektorê Zanîngeha Şirnexê  Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkan ve daxuyaniyek hat dayîn. Rektor Erkan di daxuyaniya ku da de destnîşan kir hatiye tespîtkirin ku Başçi  ji orf û bawerî û ji nirxên pîroz ên civakê re heqaret kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hatiye tespîtkirin ku Yrd. Doç. Dr. Emre Başçiyê Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Zanîstên Îdarî û Îqtîsadî yê Zanîngeha Şirnexê ji ser medyaya civakî  bi şikleke eşkere tizanên xwe li Hz. Îbrahîmê ku nirxê hevpar ê temamê dînan e û bi îbadeta Qurbanê ya ku digel wî derketiye holê, kiriye û her wisa dîsa hatiye tespîtkirin ku Başçi heqaret li orf, bawerî û nirxên pîroz ên civakê kiriye. Ew ê ji wan tewr û helwestên bêpirsiyar û bêexlaq re destûrê nedin.”

Erkan di dawiya axavtina xwe de diyar kir Başçi her wisa heqaretî Serokkomar Erdogan re jî kiriye û ji ber van tiştan ji wezîfê hatiye dûrxistin.(ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin