“ Alema Îslamê nîşan da dema ku pêkve hereket bikin ka çi qas bi hêz e”

Serokomar Erdoganderbarê dengdayîna Qudsê ya Lijneya Giştî ya NYyê de diyar kir “ Temamê dinyayê nîşan da dema ku alema Îslamê pêkve hereket kir çi qas bi hêz e.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bergeha ziyaretên ku dê li Sudan, Çad û Tunusê bike de pêşî çû Sudanê û xitabî meclîsa Sûdanê kir.

Serokomar Erdogan  derbarê dengdayîna Qudsê ya Lijneya Giştî ya NYyê de diyar kir “ Temamê dinyayê nîşan da dema ku alema Îslamê pêkve hereket kir çi qas bi hêz e.”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de di bîran xist Amerîka digel temamê alozîyên ku dê derkevin Qudsê wek paytexta sîyonîstan îlan kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Trump ji kî pirs kir? Ji xwe me re vê qerarê da. Başe, ma hewce nedikir ku derbarê vê mijarê de bi welatên Îslamê û bi Xiristîyanan re hevdîtin bikirana? Serokê heyamê ya Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ez bûm, bi min re qet hevdîtin nekir. Digel vê yekê bi Papa re jî qet hevdîtin nekir.”

ÎLKHA

 


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin