Alî Adiyaman Hat Berdan

Alî Adıyamanê rojnamegerê Îlkhayê, lı gundê şaoya farqînê jı alıyê pkkê ve hatıbû revandın. Lı ser bertekan hat berdan. rojnameger jı alıyê malbat û muhîbên wî ve hat pêşwazîkırın.

Alî Adiyamanê rojnamegerê Ajansa Îlkeyê, bi armanca ziyareta merivên xwe çûbû gundê Şaoya Farqînê, li wir ji aliyê mensûbên Pkkê ve hatibû revandin. Li ser nerazîbûn û bertekan Alî Adiyaman hat berdan.

Rojnameger do ji aliyê malbat û muhîbên wî yên li Hezroyê ve hat pêşwazîkirin. Bavê wî Huseyîn Adiyaman da zanîn ku bi hatina kurê xwe gelekî kêfxweş bûye û wiha got: “Em malavahiya hemû kesên ku ji bo berdana wî xebitîn, destek dan dikin.”

Li ser berdana Alî Adiyaman, ji endamên damezrîner ên Huda Parê Vedat Turgût jî wiha îfade kir: “Kesê ji bo Xweda di ber xwe dide ezîz dibe. Alî Adiyamanê rojnamegerê Îlkhayê di ber xwe da, hevalên wî jî li wî xwedî derketin, Pkk mecbûrî berdanê bû.”

Turgut di beyana xwe de destnîşan kir, edresa ku wê malbatên zarokên wan ji aliyê Pkkê ve hatine revandin muracaet bikin eşkere ye. Ev jî kesên ku Ercan Alparslan û Alî Adiyaman daye berdan in û weha dewam kir:

“Malbata Adiyaman li cendermeyê digerin û dibêjin wan ku zarokê wan hatiye revandin. Cenderme jî ji wan re dibêje “herin Bdpê, ew ê bînin.” Niha Alî serbest hat berdan. Eger cenderme ji bo îfadeyê gazî Alî Adiyaman bike, ew ê malbata wî ji wan re bêje “Herin îfadeya ku hûn ê bistînin ji Bdpê hilînin.”

Wekî tê zanîn Alî Adiyaman 5 roj berê ji aliyê 3 Pkkyîyan ve hatibû revandin û do di saet 14an de serbest hatibû berdan.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar