Li Kanîreşa navçeya Çoligê, grûbeke alîgirên Pkkê hedîseyên Licê protesto kir. Grûba rûpoşandî êrîşî xelk û esnaf kir.
Grûbê ji esnaf xwest ku kepenkên xwe bigrin. Paşê bi kevir û dar û fîşekên hewayî û molotofan, êrîşî esnafên ku dikanê xwe negirtin kir.
Hat îfadekirin ku grûbê ewilî dikan dikan geriyane ku wê kes dikanên xwe venekin. Esnaf tehdît kirin ku kesên dikanên xwe vekin, wê dikanên wan bişewitînin.
Digel tehdîtan jî pirê esnaf dikanên xwe negirtin. Pey beyanata medyayî ya teşkîlata navçeyê ya Hdp û Dbpê, grûb bi sloganan ber bi merkeza sûkê ve meşiya û bi bombeyên deng û fîşekên hewayî êrîş kir. Gelek welatî birîndar bûn, weaîteke polîs jî hat şewitandin.
Millet li ber êrîşê, nerazîbûn nîşan da ku grûba han tenê zirarê dide xelkê.
Çınarın Sesi