Alîkarên Yetîm-Dera Ewrûpayê ji Mislimanên Arakanî re gihaştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkarên Yetîm-Dera Ewrûpayê ji Mislimanên Arakanî yên ku ji ber êrîşên hovane û wehşiyane yên Dewleta Myanmar û çeteyên Bûdîstan reviyane û di kampên penaberan ên li Bangledeşê de bi cî bûne re gihaştin.

Mislimanên Arakanî ji ber ku li rasta êrîşên wehşîyane û hovane yên Dewleta Myanmar û çeteyên Bûdîstan tên ji naçarî warên xwe diterikînin û berê xwe didin kampên penaberan ên li Bangledeşê.Mislimanên Arakanî yên ku hewil didin xwe bigihijînin kampan li wê derê jî rasta zehmetiyên cûrbecûr tên.Arakîniyên ku di vî halî de di serî de ji welatên Îslamî arîkariyê hêvî dikin.Kesên ku xwe digihijînin kampan jî li vê derê bi birçîtî û nexweşiyan re mucadele dikin.

Di kampên penaberan de di serî de ji bo bebekan mişkîleyên mîna mama û her wiha derman, cil û xwarinê heye.Her wiha kesên ku bi şiklê birîndarî xwe gihaştindine kampê ji ber ku doxtor nîne nayên tedawîkirin.Yetîm-Derê Ewrûpayê li gor derfetên xwe gihaşt hawara Arakaniyên li kampên penaberan.

“Ecele ji arîkariyê re îxtîyac heye”

Serokê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş di derbarê arîkariyên ku ji Arakaniyan re hatine kirin de wiha axivî: “Kampa Chorpara kampeke kevin a ku Arakanî lê dimînin e.Berî niha 2 hezar û 500 kes li vê derê diman.Lê belê ji ber van êrîşên dawî bi sedan kesên din jî hatin vê derê.Ev kamp ji ber ku li ser sînorê kesên ku ji Myanmarê direvin ewil berê xwe didin vê derê.Nûfiseke gelekî zêde heye.Însan di bin şert û mercên giran de hewil didin bijîn.Ecele ji arîkariyê re îxtîyac heye.Em di destpêkê de li gor derfetên xwe malzemeyên Xurek û erzaqê gihaştand wanan.”

“Em ji bo kampanayaya ku me daye destpêkirin li benda desteka xêrxwazan in”

Huseyîn Ateş di dawiya axavtina xwe de bang li kesên xêrxwaz kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li kampê di serî de mişkîleya avê û her wiha yên xurek û erzaq, malzemeyên tibbî û yên mîna van hene.Pêdivî ji cî û bataniyan heye.Êvaran pir serma ye.Em banga lezgîn ya ji bo arîkariyê dubare dikin.Li van kampan ev bû 2 meh ku xebatên me tên kirin.Me piştî Îda Qurbanê li vê derê 6 bîrên avê vekiribû.Di van rojên borî de bi arîkariya xêrxwazan me 5 bîrên din ên avê vekir.Lê ev ne bes e.Kampanyayeke ku me daye destpêkirin heye û em ji temamê Mislimanan teleb dikin bila ji vê kampanyayê re bibin arîkar.Em wek Yetîm-Dera Ewrûpayê hêvî dikin temamê mexdûriyetên li dinyayê bên çareserkirin.Em hêvî dikin dawî li van zilman were.Înşaallah em ê di vê çarçovê de bi qasî ku ji destên me bê, em ê bêyî nihêrtina dîn, ziman û qewmê arîkariya hemû kesî bikin.Em cardin ji xêrxwazan rîca dikin, bila destekê bidin vê kampanyayê.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri

Asgari ücret 28 bin 75 lira olarak belirlendi
Sanal kumar gençliği tehdit ediyor!
Lastik ustaları: Kış lastiği 7 derecenin altında zorunluluktur
"Yüzyılın Konut Projesi" başvuruları yarın başlıyor
1,8 milyon kişinin ehliyeti artık geçersiz!