Alîkariya Tirkiyê Ya Ji Bo Ğezzeyê

AFADê bi armanca pêdiviyên heyatî yên xelkê Ğezzeyê peyde bibe, bi Ajansa Alîkariyê ya ji bo multeciyên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî re korîdora alîkariya însanî vekir.

AFADê bi armanca pêdiviyên heyatî yên xelkê Ğezzeyê peyde bibe, bi Ajansa Alîkariyê ya ji bo multeciyên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî re korîdora alîkariya însanî vekir. Bi vê korîdorê 3 hezar û 500 pakêtên ğidayê yên din jî ji firogeha Esenboğayê hatin şandin Ğezzeyê.

Berdevkê AFADê Doğan Eşkînat destnîşan kir ku bi sefera 2an ya teyarê, nêzî 90 ton alîkarî gihandine Ğezzeyê, wê di 19ê Tebaxê de jî 4 hezar pakêtên ğidayê bişînin.

Teyara kargoyê ya ku alîkariyên merhaleya 2an hilgirtine, ew ê dakeve firogeha Ben Gurionê ya Tel Avîvê û li wir ew ê alîkariyên hatine şandin teslîmî rayedarên Neteweyên Yekbûyî bibin.

Hat gotin ku wê bi korîdora alîkariya însanî, ji Tirkiyê 11 hezar pakêtên ğidayê bişînin Ğezzeyê.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar