Alîkariya Tirkiyê Ya Ji Bo Ğezzeyê

Afada îdara afet û rewşa acîlê, bı mınasebeta roja alîkarîya însanî ya dınyayê, 4 hezar pakêtên ğıdayê şandın ğezzeyê. hat gotın ku wê teyareke tırkıyê jî, 21 bırîndarên fılıstînî bîne tırkıyê.

AFADê bi hevkarîya Ajansa Alîkariyê ya ji bo multeciyên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî re, bi wasîteya korîdora alîkariya însanî 4 hezar pakêtên ğidayê şandin Ğezzeya di bin êrîşên Îsraîla melûn de.

 


AFADê berî niha jî, bi armanca alîkarîyan bighîne xelkê Ğezzeyê yê ku di peydekirina ğida, av, îlac û pêdivîyen sereke de zehmetiyan dikşîne, di 11ê Tebaxê de ji bo Ğezzeyê korîdora hewayê ya alîkariya însanî vekiribû. Di eynî rojê de 4 birîndarên Ğezzeyî tehliye kiribûn û di 11 û 15ê Tebaxê de, bi du teyaran 7000 hezar pakêtên ğidayê gihandibûn Ğezzeyê. 

 


Li aliyê din teyareke hêzên hewayê yên Tirkiyê, bi armanca 21 birîndarên filistînî bîne Tirkiyê çû Îsraîlê. Hat gotin ku wê kesên rewşa wan giran ku nikarin li Ğezzeyê tedawî bibin bînin. Di teyarê de 11 diktor, 12 wezîfedarên tenduristiyê û techîzatên tibbî yên nêrîna zêde hene.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar