Alîkariyên Însanî

Komelên Sivîl Alîkariya Malbatên Feqîr û Meğdûr Dikin

Komela Mustezefan alîkariya maleke feqîr kir. Komela Mustezefan a şûba Îzmîrê, alîkariya malbateke feqîr ya li Manîsayê kir. Malbata meğdûr, bi wasîteya bernama Umut Kapisi, alîkariya însanî xwest. Komel jî, bi îmkanên xwe çû li Manîsayê, baniya xaniyê malbata meğdûr nûkir. Serekê komelê Cemîl Genç, malbatê ziyaret kir û îfade kir ku bi alîkariya xêrxwazan di navbera zengîn û feqîran de dibin pira xêrê. Malbat jî malavahiya komelê kir, kêfxweşiya diyar kir.

Her wiha li İntabê Komela Îlim-Derê jî, ji bo alîkariya malbat û xwendekarên feqîr û mûxtac, kermesek li dar xist. Kermes li parka Kirkayakê hat rast kirin.

Serekê Komelê Mustafa Ozaslan wiha diyar kir “Em her sal ji bo alikariya kesên hewcedar û mûxtac, kermesê li dar dixin.” Wê kermes 3 rojan dewam bike, heta nîvê şevê jî vekirî bimîne.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin