Sersefîrê Qudsê yê Tirkiyeyê Mustafa Sarniç got ku heta niha Tirkiyeyê 15 milyon dolar alîkarî şandiye Ğezzeyê.
Sarniç li Qudsê di avahiyê xwe de civîneke medyayê li dar xist û beyan kir ku piştî êrîşên Îsraîlê hewcedariya Ğezzeyê bi alîkariyên acîl çêbû. Li ser vê Tirkiyeyê bi lez alîkarî gîhandin Ğezzeyê.
Sarniç got ku alîkarî bi destê AFADa Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîrtiyê, Serokatiya Ajansa Koordînasyonê û TÎKA û Heyva Sor a Tirk ve diçin Ğezzeyê. Sarniç wiha axivî: "Ji 25 milyon dolarê ku di kampanyaya alîkariyê ya ku Serokwezîrtiyê dabû destpêkirin de hat berhevkirin, jê 10 milyon dolarî TÎKA wê li herêmê xerc bike. TÎKAyê 32 tir alîkariya ku bihayê wê digihêje milyonek dolarî şande herêmê. TÎKAyê di remezanê de fitar da 15 hezar kesan, piştî remezanê jî dîsa xwarin da 25 hezar kesan."
Çınarın Sesi