Alîkariyên Komela Nûh Eğîtîm-Derê

Komela Nûh Eğîtîm-Derê, li Şirnexê xebatên alîkariyê dike. Her meh li kesên mexdûr û mûxtac xwedîtiyê dike.

 Komela Nûh Eğîtîm-Derê, li Şirnexê xebatên alîkariyê dike. Her meh li kesên mexdûr û mûxtac xwedîtiyê dike. Di meha borî de li merkeza Şirnexê û li hinek gundên merkezê, li malbatên feqîr alîkarî belav kirin.

Komelê der heqê fealiyetên xwe yên di meha Çile de, raporekê bi medya û qamûyê re parve kir. Serekê komîsyona alîkariyê Zekeriya Tatar wiha beyan kir “Ji alîkî ve tesbîtên komîsyona me, ji alîkî jî alîkariyên me, bênavber dewam dikin. Di meha Çile de jî, bi alîkariyên xêrxwazan, me li merkeza Şirnexê alîkariya malbatên zêde mûxtac yên ku, berî niha hatibûn tesbîtkirin, kir. Xwedayê Teala malên van xêrxwazan bi bereket bike.”

Zekeriya Tatar da zanîn ku, alîkariyên wan ne tenê li merkeza Şirnexê tên belavkirin. Li gund û beldeyên merkezê jî hatine belavkirin. Meha borî li gundê Bîryan û Kerûnê, li malbatên feqîr alîkarî belav kirine.

Zekeriya Tatar wiha bangî xêrxwazan kir “Eger hun bixwazin alîkariya malbatên feqîr û sêwiyan bikin, em her dem amade ne ku alîkariya we bikin.”

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin