Komela Nûh Eğîtîm Derê li Şirnexê fealiyetên alîkariyê dike. Berî niha di meha remezanê de û di wextên din de alîkariya gundên Şirnexê, Roboskî û zelzelezedeyên Wanê kiribû. Îcar jî alîkariya multeciyên Efğan kir.
Komelê li 4 malbatên ku ji Efğanîstanê hatibûn Şirnexê, alîkariya ğida û cil û kincan kir. Di heqê fealiyetên komelê de serekê komîsyona alîkariyê Zekeriya Tatar wiha beyan kir “Her meh alîkariyên me dewam dikin. Em bi xwe pakêtin alîkariyê dibin teslîmî malên feqîr û muxtac dikin. Di navbera zengîn û feqîran de em dibin pira xêrê. Pêxemberê me dibêje ku malê bixêr yê di riya Xweda de li feqîra belav dibe ye. Em dixwazin xêrxwaz di vê rê de, ji me re bibin destek.”
Bangaheq