Alîkariyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî derbasî Kobanî bûn

Alîkariyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî derbasî Kobanî bûn

Tirkiyeyê rê da wan alîkariyên mirovî yên ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ve ji gelê Kobanî re hatibû şandin, derbasî Kobanî bibin.
 

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ku ji bo koçer û gelê Kobanî yên ku ev çend roj in ji ber êrişên DAIŞê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê şepirze bûne, alîkariyên mirovî şand.
 

Ew alîkariyên ku dezgehê şandibû, du roj bûn li ber deriyê sînorî yê Xabûrê hatibûn sekinandin lê îro destûr hat dayîn û kamyonên ku alîkarî bar kiribûn derbasî Tirkiyeyê bibin.
 

Kamyonên alîkariyê çûn Sirûcê û li wir jî ji deriyê sînorî yê Murşid Pinarê re derbasî aliyê Rojava bûn û gihîştin Kobanî.
 

Hat gotin ku piraniya wan alîkariyan xwarin, betanî û kinc bûne.  
 

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî her wiha hinek alîkarî jî bi ser penaberên Kobanî yên derbasî Bakur bûne, belav kir.

RûdaW

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar