Komela Nûh Eğîtîm-Der ya li merkeza Şirnexê sazkirî, di meha remezanê de, alîkariyên xwe li feqîr û şerpezan re dewam dike.
Di serê remezanê de alîkariya mexdûrên gundên Roboskî û Bêjûh kiribû. Xizmetkarên komelê, 34 malbatên ku di qetlîama Roboskî de, merivê wan hatibûn qetilkirin ziyaret kiribû. Derd û halê wan pirsî bû. Li wan û li 6 malên feqîr yên din, 40 paketên ğidayê belav kiribû.
Komelê, paşê li Şirnexê li mehela Yeşîlyûrtê alîkariya 19 malbatan kir. Li wan jî paketên ğida belav kir. Vêga jî alîkariya maleke mexdûrê zelzela Wanê kir. Komelê, sarincek da jînebiya ku bi kur û bûka xwe û bi 6 neviyên xwe re dijî. Malbat bi kirê di xaniyek de ne.
Serekê komelê Zekeriya Tatar der barê xebat û alîkariyên xwe de wiha got “Em dixwazin di meha xêr û rehmetê de, di navbeyna feqîr û zengîna de bibin pireka alîkariyê. Xwedê xêra wan qebûl bike, berî niha kesên alîkarî ji me re anîbûn, me jî wan alîkariya gihand mexdûrên qetlîama Roboskiyê. Qetlîama Roboskî, mîna gelek deveran, herêma me jî pir dilsoj û hezin kiribû. Me xwest wan birayên xwe yên mexdûr û şerpeze bipirsin, bi kul û cefayên wan re derdkêş bibin.”
Malbatên mexdûr û mehrûm jî, malavayiyên xwe ji xizmetkarên komelê re pêş kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)