Alîkariyên Yetîm-Dera Ewrûpayê gihaşt Yemena ku lê mirin pêk tên

Yetîm-Dera Ewrûpayê li Yemenê ji kesên ku bi birçîbûn û xelayê re rû bi rû mane re alîkariya erzaqê belav kir.

Weke ku tê zanîn her roja ku diçe ji ber şerê navxweyî ya li welêt qeyran zêde dibe. Însanan ku li Yemenê di navbera şerê navxweyî de maye li rasta Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku Saziya Alîkariyê ya Navneteweyî ye li Yemena ku lê xela û birçîbûn hakim e ji însanan re alîkarî belav kir.

Serokê Yewtîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş derbarê rewşa li Yemenê de diyar kir ew tespît kirine ku li Yemenê ji zêdetirî 2 milyon zarokan di sînora birçîbûnê de ne û ji ber kêmbûna erzaq û xurekê herjmara mirina her roja ku derbas dibe zêdetir dibe.

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ambargoya ku li ser Yemenê heye ew bi zehmetî alîkariya erzaqê gihaştandin Yemenê û ew ê bi desteka xêrxwazan ji Yemeniyan re zêdetir alîkariyê belav bikin. Ateş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema li raporên ku ji teref saziyên navneteweyî ve hatine weşandin tê nihêrtin bi rastî jî tê dîtin ku li Yemenê însan bi qeyranekê re rûbirû mane û Yemenê niha qeyrana erzaqê ya herî mezin tê jiyan. Ger gavên pêwîst neyên avêtin ew ê hejmara mirinên ji ber erzaqê zêdetir bibin.”

ÎLKHA

















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe