Alim dikarin Umetê ji perçebûn û pevçûnê xelas bikin

Wezîrê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez beşdarê Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya 3 yemîn a Lijneya Alimên Filîstînî yên li Derveyê Welat bû.

Wezîrê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez beşdarê Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya 3 yemîn a Lijneya Alimên Filîstînî yên li Derveyê Welat bû. Gormez li wir wiha destnîşan kir: “Alim dikarin wek kesên berpirsyar Umetê ji perçebûn û pevçûnê xelas bikin.”

Wezîrê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Gormez temenî kir ku ev civîn bigihêje armanca xwe. Dûvre Gormez wiha pê de çû: “Ev civîn 100 salê piştî Deklarasyona Balfourê wek Deklerasyona Stenbolê hat lidarxistin. Ez temenî dikim ku lijneya me jî him li nav welat û him jî derveyê welat ji bo ku doza Filîstînê serbikeve bibe wesîle.”

“Halê Filîstîna ku dûçarê kavilbûn, mirin û êrîşan bûye ji Bexdayê ku di destê Mixolan de ye xerabtir e”

Gormez wiha diyar kir: “2 sal berê dema ku min ziyaretekî ji bo Quds û Flîstînê pêk anî min dît ku gelê Filîstînê wezîfeya parastina Aqsayê çawa wekê wêrek, rûmet, îzzed û berpirsyarî didomîne. Mirov nikare şewata ku Flîstîn dûçar bûye bîne ziman. Halê Filîstîna ku dûçarê kavilbûn, mirin û êrîşan bûye ji Bexdayê ku di destê Mixolan de ye xerabtir e. Û ev yek hêj jî didome.”

“Wezîfa aliman ew e ku tewsiye li kesên ku rêvebirtiyê dikin û tên rêvebirin bikin”

Gormez ragihand ku alimên li Stenbolê birayên alimên Filîstînî ne û têkiliyên di nabeyna wan de derasayî nîne. Dûvre Gormez wiha pê de çû: “Lê îro rewş cudatir e. Lewra alimên li Stenbolê hemî alimên li dinyayê yên ku ji zulmê direvin an jî bi binasiya ewlehiyê koçê li vir dikin pêşewaz dikin. Hewl didin ku Umetê bînin cemhev û piştgirî bidin doza mezin a Filîstînê. Alim dikarin wek kesên berpirsyar Umetê ji perçebûn û pevçûnê xelas bikin. Wezîfa aliman ew e ku tewsiye li kesên ku rêvebirtiyê dikin û tên rêvebirin bikin.”

ÎLKHA



İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye