Alim û akademîsyen jiheqareta ku ji Hz. Mûsa re hatiye kirin re bertek nîşan dan

Piştî ku kovara Girgirê ya ku kovara ‘mîzah’ê ye karîkatureke ku tê de heqaret li Hz. Mûsa dihat kirin weşand re gelek bertek hatibûn nîşandan ku ev bertek her ku diçe zêdetir dibin.

Li welatekî Misliman û muhafezeker ji ber ku kovara Girgirê ya ku kovara ‘mîzah’ê ye karîkatureke ku tê de heqaret li Hz. Mûsa dihat kirin weşand ji kovarê re gelek reaksîyonên tund tên nîşandan. Alim , akedemîsyen û rîspiyên ku ji karîaktura ku hatiye weşandin re bertek nîşan dan destnîşan kirin ev cûreke şer a ku li dijî Mislimanan tên birêvebirin e  û divê berpirsiyarên karîkaturê bên cezakirin.

Endamê Lijneya Birêveberiyê yê Yekîtiya Medrese û Aliman(Îttîhad’ul Ulema) Abdulqudus Yalçin di derbarê mijarê de destnîşan kir divê Misliman li dijî van êrîşan bibin yek û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst e Misliman bibin yek û bibin wek quwetekê. Kufr vê karîkatura rezîl wek amûreke herbê bi kar tîne. Şeytan û hevalên şeytan êrîşên xwe di şiklên cuda de didomînin.  Divê kesên mesûl bi şikleke herî giran bên cezakirin.”

 Serokê Şaxa Makezanîsta Dîroka Felsefeyê yê Zanîngeha Dîcleyê Bulent Sonmez jî karîkatura ku hatiye xêzkirin wek ateîzma wextê wê derbasbûye wesfandi û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Tu eleqeya wê karîkaturê bi azadiya îfadê re tuneye. Însan ne bi azadiya xwe bi semîmiyeta xwe însan e. Ji bo van însanan tu muqaddesat  tuneye. Ev cûr tewr nerehetiyên psîkolojîk in.”

Yrd. Doç. Dr. Oktay Bozanê Serokê  Makezanîsta Hûnerên Tirkan ên Îslamê yê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê jî di derbarê mijarê de destnîşan kir bi karîkatura ku hatiye xêzkirin aştiya civakî hatiye hedefgirtin. Bozan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ew îfadeyên di karîkaturê de ne yê qebûlkirinê ne. Bi tahrîkkirina Mislimanan tê xwestin çi bê kirin?”(ÎLKHA)


 




























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe