Aliman ji bo ku şerên di welatên Îslamê de bên sekinandin bangewazî kirin

Alimên ku beşdarê Lûtkeya Alimên Îslamê ya Navmeteweyî bûn ji bo ku şerên di welatên Îslamê de bên sekinandin bangewazî kirin.

Alimên ku beşdarê Lûtkeya Alimên Îslamê ya Navmeteweyî bûn ji bo ku şerên di welatên Îslamê de bên sekinandin bangewazî kirin. Aliman destnîşan kirin heke ev yek pêk neyê dê kuştina Mislimanan û penaberbûna wan bidome.

Dr. Huseyîn Kavazovîçê ji Reîsul Ulemayên Bosna-Hersekê diyar kir heta ku pirsirêk Filîstînê neyê çareserkirin pirsgirêkên Mislimanan jî nayên çareserkirin.

Kavazovîç wiha pê de çû: “Min silavên birayên xwe yên Bosnayî anî Tirkiyê. Piştî ku Dewleta Osmaniyan xera bû wek Misliman em dûçarê zextan bûn. Wek komî Mislimanan qetil kirin. Qerna 21 yekemîn ji bo me qerna êrîşê bû. Ev êrîş bi êrîşa 11 Îlonê dest pê kir. Heta ku pirsirêk Filîstînê neyê çareserkirin pirsgirêkên Mislimanan jî nayên çareserkirin. Niha gelê Filîstînê him ji bo xwe û him jî ji bo Ummetê nicadeleya xwe didomîne. Misliman wehşiyane tên kuştin.”

Kavazovîç diyar kir heta ku şerên di nav welatên Îslamê de nesekinin dê kuştina Mislimanan û penaberbûna wan bidome.

Dûvre Kavazovîç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê îro welatên Îslamê perçe perçe bûne. Ev perçebûn bû sedema mezinbûna pirsgirêkan. Wekê avahiyên ku di erdhejê de hildiweşe Welatên Misliman jî perçe perçe bûne. Heke em vê şerê nedin sekinandin dê kuştina Mislimanan û penaberbûna wan bidome. Xulasê de zulm bidome. Hemî Însan ji mirina Aylan Kurdiyê ku bedena wî li sahîlê da berpirsyar in.”

Dûvre ji bo ku axavtin bike Serokdozgerê Filîstînî Mahmut El Habbaş derket kursiyê. El Habbaş destnîşan kir sedema ji holêrabûna aşitî û edaletê ew e ku hewl tê dayîn ku Îslamê ji holê rakin e.

El Habbaş jî wiha destnîşan kir: “Em ji birayên me yên Filîstînî ji we re silav aniye. Ji ber ku li Rihaya bajarê aşitî û biratiyê civînekî wiha hatiye lidarxistin em pirr kêv xweş in. Di bin sîwana Îslamê de tu wext însan zulmê nedîtiye. Ji bo ku em vê yekê baş fêm bikin divê ku em li sunneta Pêxember (as) mêze bikin. Sedema ji holêrabûna aşitî û edaletê ew e ku hewl tê dayîn ku Îslamê ji holê rakin e.” (ÎLKHA) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe