Alimên herêmê dê bo Qudsê bicivin

Bo girîngîya Qudsê ya di alema Îslamê de bê diyarkirin di heftîyên pêş de ji teref Îttîhadul Ulema ve bi beşdarbûna alimên herêmê civînek bê tertîpkirin.

Piştî ku Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump qerara naskirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan îlan kir  re ji qerarê re gelek bertek hatin nîşandan û xwepêşan hatin lidarxistin.  Di bergeha vê qerara ku ji teref şeytanê mezin Amerîka ve hatiye dayîn  de ew ê li Diyarbekirê bi beşdarbûna alimên herêmê ji di pêşîvantîya Îttîhadul Ulemayê de civînek bê tertîpkirin da ku girîngî û ehemîyeta Qudsê ya di alema Îslamê de cardin bê nîşandan.

Sekreterê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Muhammed Ozer derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û got: “ Em ê wek Îttîhadul Ulema di heftîyên pêş de bi beşdarbûna ulemayê herêmê û rîspîyan civîneke berfireh bê tertîpkiirn. Bo vê civînê pêşcivînek hat kirin û qerar hatin girtin. Dema ku me dîroka civînê diyar kir em ê bi çapemenîyê re parve bikin. Em ê temamê aliman vexwînin vê civînê. Biya min ger yekîtîya aliman çêbibe dê di nav ummetê de hessasîyata li hember Qudsê baştir bibe.”

Endamên Îttîhadul Ulemayê yên bi navê Abdurrahman Ozekîncî û Fesîh Memîş jî derbarê mijarê de diyar kirin Quds ne tenê doza Ereb û Fîlîstînîyan e, ya temamê ummetê ye.Divê Quds di her derdor û meclîsê de bê vegotin.

ÎLKHA



































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin