Alimên Kurdistanê ji bernameya Wîladeta Pîroz banga wehdetê kirin

Alimên ku ji Kurdistna Iraq, Îran û Sûrî hatin û li Diyarbekirê beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin bûn ji bernameya Wîladeta Pîroz banga wehdetê kirin.

Alimên ku ji Kurdistna Iraq, Îran û Sûrî hatin û li Diyarbekirê beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin bûn ji bernameya Wîladeta Pîroz banga wehdetê kirin. Alimên ku bernameyê nirxandin ji ÎLKHA re axavtin kirin.

Misteşarê Giştî yê Îslamî yê Bizutnawa Abdulllah Heme Muratê ku ji Kurdistana Iraqê beşdarê bernamê bibû diyar kir ji ber ku ew beşdarê vê bernamê bûye pirr kêfxweş e.

Hemê Murat wiha diyar kir: “Wek Mislimaneke Kurd hatinacemhev a Kurdên Misliman min pirr kêfxweş kir. Ji ber vê civîn û qelebalixê rê hatine asêkirin. Beşdarbûna vê bernamê min pirr hestdar kir. Ez pirr bi kelecan bûm. Ji ber ku ez beşdarê bernamê bûm pirr kêfxweş bûm. Ser xêrê bibe.”

“Neviyên Selaheddîn Eyyubî carek din xwedî li Îslamê derketin”

Hemê Murat wek tawsiye diyar kir divê ku Misliman ji bo doza Îslamî bixebitin. Dûvre Murat wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelî însanan! Li wadeya Xweda bawer bikin. Bila di derbarê vê yekê de gumana we tunebe. Xemgîn û sist nebin. Heke hûn alîkarê dînê Xweda bibin dê Xweda we bilind bike. Neviyên Selaheddîn Eyyubî carek din xwedî li Îslamê derketin.”

Şêx Abdurrahman Murezihiyê ku ji eyaleta Zahîdanê ya Kurdistakna Îranê beşdarê bernamê bû destnîşan kir ji ber ku ew beşdarê bernamê bûye pirr kêfxweş e.

“Çi qas bernameyên Wîladeta Pîroz were lidarxistin dê wehdet ew qas zêde bibe”

Murezihî diyar kir ahengên ku di platformê de ji teref zarokan ve hatine xwendin wî pirr hestdar kiriye. Dûvre Murezihî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Civînên wiha ji bo dijminan bersiveke pirr mezin e. Em ji vir peyamên Resûlûllah digirin û li ser rûyê dinê belav dibin. Bila herkes bizane ku Resûlullah rêberê me ye. Em ji re xwe fida dikin. Resulullah ji bo cîhanê navenda rehmet û wehdetê ye. Çi qas bernameyên Wîladeta Pîroz were lidarxistin dê wehdet ew qas zêde bibe.”

 “Kafir îxtilafên di nabeyna xwe de datînin aliyeke û tên cemhev”

Mela Saîdê ehlê Sûrî, diyar kir divê ku herkes peyamên ku li vira tê dayîn tetbîqê jiyana xwe bike. Dûvre Saîd wiha destnîşan kir: “Hemî bihevdû re xwe li werîsa Xweda bigirin. Divê ku li her ciyê Misliman bi derdên hevdû re eleqeder bibin. Yanê divê ku şerq û xerb jî bi derdên Mislimanan re eleqeder bibin û bi kêfa wan kêfxweş bibin. Armanc ev e. Misliman perçe perçe bûne. Lê Misliman destê hevdû nagirin. Ev kêmasî ye. Kafir her çiqas di nabeyna wan de îxtilaf hebin dema ku mijar Misliman bibin tên cemhev û îxtîlafên di nabeyna xwe de jibîr dikin. Ji ber vê yekê heke di nabeyna Mislimanan de îxtîlaf hebe divê ku jibîr bikin.”

“Pêxember nûnerê heq edalet û jiyaneke hevpar e”

Serokê Şaxiya Ciwaniyê yê Komela Îslamî Dr. Bositan Muhammed, diyar kir ku wek lijne ew ji Kurdistana Iraqê ji teref HUDA PARê ve hatine dawetkirin.

Muhammed, diyar kir ku lidarxistina bernameyên wiha dibe wesîla wehdetê. Dûvre Muhammed wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda, Pêxember ji dinyayê re wek rehmet şandiye. Divê ku hemî Misliman werin cemhev û ji însanan re qala Îslamê bikin. Birayên me yên ku ji komên Îslamî pêk tên divê bidin nîşandan ku Îslam, dîneke heq e û jiyaneke bihev re dînî ye. Divê ku bibin nîşandan Îslam, ji kuştin, xwînrijandin û xerakirinê dûr e. Dê dilê kesên ku bi Îslamê re ne rehet bibe. Peyama min a ji bo însana ev e; Pêxember nûnerê heq edalet û jiyaneke hevpar e.” (ÎLKHA) 




































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe