Almaliyê ku xaziyê Mavî Marmarayê bû hat definkirin

Evdilhelîm Almaliyê xaziyê Mavî Marmarayê yê ku ji ber êşa qanserê wefat kir hat definkirin.

Rojnameger Evdilhelîm Almaliyê 59 salî di êrîşa siyonîstên îşxalker ya ku li Mavî Marmarayê kirin de ji milê xwe birîndar bûbû û bûbû xaziyê Mavî Marmarayê. Almaliyê ku xazî bû ev demek dirêj bû ku ji ber êşa qanserê dihat tedawîkirin. Almaliyê ku ji ber êşa qanserê dihat tedawîkirin li Wanê jiyana xwe ji dest da. Almaliyê bavê 7 zarokan  bi nimêja cenazê ya ku li Mizgefta  Îlhan Tekîn piştî nimêja nîvro hat edakirin re  hat definkirin.

Walî Îbrahîm Taşyapan,  Endamê GÎKê yê HUDA PARê M. Mehdî Oguz, hezkirî, naskirî û gelek kes beşdarî merasîma definkirina Almali bûn.

Rojnameger Evdilhelîm Almaliyê 59 salî di êrîşa siyonîstên îşxalker ya ku li Mavî Marmarayê kirin de ji milê xwe birîndar bû û bû xaziyê Mavî Marmarayê.Almaliyê ku ji teref siyonîstan ve hatibû birîndarkirin dermankirina siyonistan red kiribû û heta ku hatibû Tirkiyê di wî halê birîndar de mabû. Almali digot çi dibe bila bibe divê Misliman baweriya xwe bi siyonistan neyênin.

ÎLKHA











İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin