Alîkariyên leşkerî yên hikûmeta Almanyayê yên ji bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, di rê de ne ku di nava wan de rokêtên li dijî tanqan jî hene.
Ew alîkarî bi qirara hikûmetê û bi razîbûna piraniya parlamenteran hate kirin ku ev cara yekê ye piştî herba dunyayê ya duyem, Almanya çekan ji bo hêzeke ku di şer de ye, dişîne.
Pisporekî çekan li navenda pirsên aştiyê ya navdewletî li bajarê Bonn li Almanyayê dibêje, Almanya dixwaze bi rêya şandina wan çekan, bi awayekî çalaktir xwe di seha navdewletî de û li navçeya rojhilata navîn nîşan bide.
Her çiqas bê gotin ku Almanya ji bo prestîja xwe sîlehan dide jî, tê zanîn ku evan dewletên ğerbê bi dana sîlehan, dixwazin li rojhilata navîn milletan bikin dijminên hev û wan bi hev bidin qirkirin. Lewra eger neyta wan û bidawîkirina zulm û neheqiyê heba, ew ê alîkariya xelkê Filistînê û milletê Misrê yê terefdarê Mûhemmed Mûrsî bikirana.
Çınarın Sesi