Almanya bangewaziya îadeya efserên derbeker red kir

Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya ku li Tirkiyê hat lidarxistin hinek efser li Almanyayê sitirîbûn. Bangewaziya ku di derbarê îadeya van efseran li Almanyayê hatibû kirin hat redkirin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik ji bo 40 efserên ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê li Almanyayê sitirîbûn bangewazî li rêvebirên heman welatê kiribû ku serîlêdana sitirîna van efseran neyê qebûlkirin. Hat ragihandin ku ev bangewazî hatiye redkirin.

Işikê ku destnîşan kiribû pêwîst e ku Almanya vê mijarê baş binirxîne wiha axivîbû: “Zimanê ne venagere ku em ji wan re bibêjin leşker. Ev 40 kes ji bo sitirînê serîlêdan kirine. Pêwîst e ku meqamên Almanyayê vê mijarê baş binirxîne û bi herhalê vê serîlêdanê qebûl neke.”

Wezîrê Karûbarên Hindir ê Almanyayê Thomas de Maîzîere di derbarê mijarê de daxuyanî da. Maîzîere di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wan vê daxwazê red kirine.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye