Almanya di şûna Încîrlîkê de baregeheke din digere

Ji ber qeyrana ku di navbera Tirkiye û Almanyayê de rû daye Berlîn hewil dide ji dêla Baregaha Încîrlîkê ve baregeheke din peyde bike.

Hat ragihandin ji ber qeyrana ku di navbera Tirkiye û Almanyayê de rû daye Berlîn hewil dide ji dêla Baregaha Încîrlîkê ve baregeheke din peyde bike. Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Ursula von der Leyen  di derbarê mijarê de diyar kir ew ê di derheqê mijarê de biçe Urdunê û ew ê ziyaretinan bike.

Her weke ku dê bê bîran ji ber ku Tirkiye destûr nedabû ku parlamenterên Almanyayê têkevin Baregeha Încîrlîkê bûbû sedema qeyranê û ji ber vê yekê jî Berlîn ji wê rojê ve hewil dide ji dêla Încîrlîkê ve baregeheke din peyde bike.

Wezîr Ursul di daxuyaniya xwe ya ku roja çarşemê li Berlînê da de wiha got: “ Ez ê li Urdunê ji rexekî ve lêkolînan bikim û ji rexê din ve jî ez ê bi Qral Abdullah re hevdîtinê bikim. Em ê di derheqê vê yekê de gotubêjê bikin.”

Wezîr Leyen her wiha di derbarê mijarê de diyar kir di nav vê lêgerîna baregahê de Amman-Urdun, Akrotîrî-Qibris, Dhelalîa- Qibris, Comp Doha-Kuweyt jî heye.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin