Almanya hejmara penaberên ku ji Tirkiyê hatine daxuyand

Li gor daneyên Daîreya Îstatîstîkên Fedaral a Almanyayêji dawiya sala 2016an pê ve li welêt tev de milyonek û 600 hezar kesên pênaber hene.

Ji teref Daîreya Îstatîstîkên Fedaral a Almanyayê ve hat ragihandin ji sala 2016an vir ve hejmara kesên penaber ên ku koçî Almanyayê kirine tev de milyonek û 600 hezar kes e û 49 hezar û 250î van penaberan welatiyên Tirkiyê ne.

Di daxuyaniya ku ji teref Daîreya Îstatîstîkên Fedaral a Wiesbadena Almanyayê ve hat dayîn de hat ragihandin ev hejmar li gor sala 2014an 851 hezar kes zêdetir bûye. Ev hejmar di nav xwe de wan kesên ku li gor Peymana Cenewreyê wek penaber tên qebûlkirin û serîlêdana wan a xwe spartinê hêj nehatiye qebûlkirin hene.

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin